MÊRÊN REQAYÊ MEŞEK LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya tekoşîna li dij tundiya li ser jinan, bi dehan mêrên kantona Reqayê berê xwe dan kolanan û meşek li dijî tundiya li ser jinan li dar xistin.

Meş ji navenda bajêr ber bi Qada Jina Azad ve bi rê ket û tê de Nûnerên meclisên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî beşdar bûn.

Mêran al û pankartên ku tundiya li ser jinan red dike bilind kirin û diruşmên ku piştgiriyê dide bidestxistina mafê jinan berz kirin.

Li Qada Jina Azad meş veguherî mîtîngê û deqeyek bêdeng ji bo giyanê şehîdan hate girtin.

Di dawiya mîtîngê de, Hevserokê Meclisa Zagonsaz “Gidêm El-Îdan” axivî û bal kişand ser girîngiya pêkanîna perspektîfên rêber APO yên derbarê azadiya jinan de.

Share This Article