RIDWAN ISMAÎL PIŞTÎ 33 SALAN JI ZINDANÊN ‎DEWLETA TIRK AZAD BÛ ‎

Rojava Tv
1 Min Read

‎Girtiyê Azadiyê Ridwan Silêman ê ku 33 salan di zindanên ‎dewleta Tirk a dagirker de girtî maye, serbest hate berdan û ‎gihaşt mala xwe ya li gundê Sinceqa Sedûn ya girêdayî bajarê Amûdê

Ridwan Nesrî Silêman di 17`ê ‎Îlona 1991`an de ji ber xebatên di nava Tevgera Azadiyê ‎de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin, û cezayê muebedê lê hatibû birîn.‎

Li gorî qanûnên dewleta Tirk, kesên ku cezayê muebetê ‎digirin, piştî 30 salên di girtîgehê de, tên berdan û ‎Cezayê Ridwan 5`ê Îlona 2021`an bi dawî bû, lê ‎rêveberiya girtîgehê, 3 salan bi hincetên cuda û ‎vala serbestberdana wî taloq kirin.
‎Ridwan piştî ku vegeriyaye rojavayê kurdistanê behsa rêwîtiya xwe ya zinadanê dike.

Li aliyekî din jî keça Ridwan, Ahîn silêman kêfxweşiya xwe ‎bi berdana bavê xwe ya piştî ewqas salan anî ziman.

Dewleta tirk ya dagirker heta niha ji ber kurdayetiya xwe bi sedan siyasetmedar û çalakvanên kurd, di zindanên xwe de hiştine.

Share This Article