Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, ji bo jinavbirina tundiyê broşor li bajarê Kobanê belav kirin.
Rêxistinê nêzîka 1500 broşor li ser welatiyên bajarê Kobanê belav kir.
Di broşoran de behsa bandorên tundiyê yên li ser civakê hate kirin û daxwaza jinavbirina tundiyê û avakirina civakeke wekhev hate kirin.
Rêxistina Sara dê çalakiyên xwe yên bi boneya 25’ê Mijdarê berdewam bike.
