Beriya destpêkirina sala nû ya xwendinê ya sala 2025/2026, Zanîngeha Kobanê civînek li avahiya nû li dar xist û amdekariyên pêşwazkirina xwendekaran kir nîqaş kir.
Civîn bi beşderiya rêveber, mamoste, kadro û karmendên zanîngehê bi rêve çû.
Di civînê de, axaftin li ser navê Meclîsa Zanîngehan ji aliyê M. Hesen Elî ve hate kirin û behsa xebatên sala derbasbûyî û amadekariyên ji bo sala nû tên kirin, kir.
Piştî axaftinan, nirxandin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin û têbîniyên xwe yên der barê xebata xwandinê de anîn ziman.
Di dawiya civînê de, Koma Gîvara ya navneda Baqî Xido ya çand û hûnerê, her wiha mamosteyên zanîngehê , stranên xwe pêşkêş kirin.
