RÊVEBERIYA XWESER AKADEMIYA ŞEHÎD FERHAD DÊRIK YA PERWERDEYÊ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik bi merasîmekê li Reqayê vekir.

Di akademiyê de dê xebatkarên deste û dezgehên Rêveberiya Xweser di aliyên siyasî, rêveberî, pîşeyî û protokolên fermî de bêne perwerdekirin.

Di salvegera duyemîn a şehadeta wî de, Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik li Reqayê vekir.

Akademî bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên sivîl û malbata Şehîd hate vekirin.

Di akademiyê de dê xebatkarên deste û dezgehên Rêveberiya Xweser di aliyên siyasî, rêveberî, pîşeyî û protokolên fermî de bêne perwerdekirin.

Di rêûresma vekirina akademiyê de çendîn axaftin hatin kirin û behsa rola Şehîd Ferhad Dêrik ya di avakirina pergala Rêveberiya Xweser de hate kirin.

Di dawiyê de Koma Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin û helbest li ser şehîd Ferhad hatin xwendin. Her wiha dayîka Şehîd deriyê akademiyê bi barandina rondikên serkeftinê vekir.

Akademî têra 60 kesî dike û 2 holên wê yên sereke jî hene.

Share This Article