ŞEHÎD DIYALA MIHEMED LI BENDAVA BERXWEDANÊ HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Nobedarên li Bendava Tişrînê endama Koma Hîlala Zêrîn şehîd Diyala Mihemed a ku di çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê de şehîd bibû, bi bîr anîn.

Çalakgerên li Bendava Tişrînê bi çalakiyekê li ser laşê bendavê endama koma Hîlala Zêrîn şehîd Diyala Mihemed bi bîr anîn.

Di merasîma bibîranînê de bi navê jinên nobedar hevseroka Komîteya Darayî ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê Gulê Ehmê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de bal li ser wêrekiya şehîd Diyala û xwesteka wê ya timî ya ji bo şehadetê hat kişandin û hat gotin ku şehîd ji mirinê netirsî û ew jî li pêş berdewamkirina têkoşîna wê nebû bend.

Nobedaran xemgîniya xwe ji bo şehadeta Diyala anî ziman û gotin ew ê heta serkeftinê têkoşînê bidomînin.

Share This Article