Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di êvara cejna qurbanê de, anku şeva derbasbûyî serdana goristanên şehîdan hatin kirin.
Beriya ku em derbasî atmosfera pîrozbahiya îro bibin, em ê li dîmenên duh êvarî yên serdana goristanên şehîdan binêrin.
Di êvara cejna Qurbanê de welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêl bi pêl herikîn nava goristanên şehîdan û cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.
Ev der goristana şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo ye. Malbatên şehîdan bi girseyî serdana gorên zarokên xwe kirin.
Ev der jî goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê ye. Welatiyên KObanê di êvara cejnê de find li ber kêlên cangoriyan hil kirin û ew bi rêzdarî bi bîr anîn.
Koçberên Efrînî û xelkên Şehbayê jî serdana goristana şehîdên Berxwedana Serdemê kirin û mûm pêxistin.
