PERWÎN YÛSIF: PÊKHATEYÊN HERÊMÊ JI DESTPÊKA KIRÎZA SÛRIYÊ VE XWE BI RÊXISTIN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif di konferansa Komînên kantona Cizîrê de ji ROJAVA TV re da xuyakirin ku pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka kirîza Sûriyê û guhertinên ku çêbûn xwe bi awayekî birêxistinkirî birêve birin.

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku di nava guhertinên ku çêdibin pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên paşguhkirin, ev yek jî bi xwe re perçebûna Sûriyê tînin.

Perwîn Yûsif bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyê kir ku bi Rêveberiya Xweser û şandeya Kurdî ya danûstandinan re rûnê û mafê gelê kurd di destûra Sûriyê de misoger bike.


 

Share This Article