PÊŞANGEHA TABLOYÊN HUNERÎ YA LI KOBANÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi sponseriya Rêveberiya Çandê ya Herêma Firatê çaremîn pêşangeha xwe ya tabloyên hunerî bi dawî kir.

Bidawîkirina pêşangeha wênesaziyê bi beşdariya bi dehan endam û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û rewşenbîr li Parka Ronîwar a bajarê Kobanê hate lidarxistin.

13 xwendekar beşdar bûn û 54 tabloyên hunerî yên li ser mijarên cuda hatin pêşkêşkirin.

Navenda Baqî Xido jî çend tabloyên kesayetên rewşenbîr û hin saziyan weke diyarî dan.

Ev pêşangeha wênesaziyê 1’ê Cotmehê hat lidarxistin û sê rojan dewam kir.

Share This Article