Bi diruşma “bi rihê berxwedana Kobanê em serhildana Gelê Rojhilatê kurdistan û Îranê Silav dikin”, Kongira Star a Kantona Kobanê xwepêşandanek li dar xist.
Bi hezaran gelê kobanê, Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser û Xwendekarên Zanîngehê beşdarî Xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandan ji qada Jina Azad destpêkir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de li ser navê Kongira Star Zozan Bekir axvî û piştgiriya Serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê, kir .
Her wiha xwepêşandêran diyar kirin ku Dewleta Îranê bi Hedefgirtina Jîna Emînî xwest ku Îradeya Tevahî jinên Kurd bişkîne.
