DESTEYA RÊVEBERIYA HERÊMÎ AMADEKARIYÊN QÎRKIRINA RÊYA EMBARA DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Şîrketa Zagros a rêyan, amadekariya qîrkirina rêya Embara ya navneteweyî dike.

Desteyê sala par dest bi çêkirina rêya Embara kiribû, lê ji ber rewşa hewayê nekarî bi dawî bike.

Piştî xurtkirina zemînê bi madeyên pêwîst, niha bi hevkariya Şîrketa Zagros dest bi amadekariyên qîrkirina rê dike û biryare di çend rojên pêş de, dest bi qîrkirinê bike.

Berpirsê projeyê Xelîl Yûsif ji Rojava Tv re diyar kir ku projeya rêya Embara di qonaxên xwe yên dawî de ye.

Share This Article