13 SAL DI SER AVAKIRINA ROJNAMEYA RONAHÎ RE DERBAS BÛN

Rojava Tv
2 Min Read

13 sal di ser damezrandina rojnameya ronahî re derbasbûn ku ji helebê dest bi weşana xwe kir.

Rojnamevanên ku di Rojnameya Ronahî de kar dikin salvegera 13’an ya damezirandina rojnameyê pîroz kirin û diyar kirin ku, Rojnameya Ronahî ji destpêka avakirinê û heta niha dengê heqîqetê esas girtiye.
her wiha tekez kirin ku , ew ê bi hemû derfetên xwe yê heyî rojnameya xwe xurtir bikin û karê xwe bidomînin.

13 sal di ser avakirina rojnemya Ronahî re derbas dibin, bi ve yekê 13 sal in ku rojnameya Ronahî mîrasa çapemeniya çapkirî li herêmê diparêz e.

Rojnameya Ronahî piştî aloziya li Sûriyê di sala 2011`an de li bajarê Helebê dest bi weşanê kir û heta niha bi zimanên erebî û kurdî li kêleka kovara Mizgîn a zarokan, weşana xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê de, rojnamevanên ku di rojnameya ronahî de kar dikin tekez kirin ku ew ê asta rojnameyê bi kar û xebata xwe xurtir bikin.

rojnamevanan dan zanîn ku, rojnameya ronahî ji destpêka damizrandinê û heta niha barê rastiyê hilgirtiye ser milê xwe û dê bi hemû derfetên xwe kar û xebatên xwe bidomînin.

16 ê Cotmeha 2011`an li bajarê Helebê rojnameya Ronahî dest bi weşanê ‘ kir û bi destpêkirina aloziya Sûriyê re bû dengê rastiya herêmê..
di wê çaxê de rojmaneya Ronahî yekemîn saziya ragihandê bû ku êş û azarên gelê herêmê ji raye giştî re radighand.

Share This Article