PERWÎN YÛSIF: HETA NIHA TU ENCAM JI DANÛSTANDINÊ BI HIKÛMETÊ RE DERNEKETIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û hevseroka şandeya Kurdî bo danûstandinan Perwîn Yûsif derbarê danûstandinê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de axivî û da xuyakirin heta niha ew diyalog dewam dike, lê tu encam jê derneketiye.

Perwîn Yûsif li ser axaftinên serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El Şeri ku li New York’ê de got:” mafê Hemû pêkhateyan di Sûriyê de misogerkirî ye”. nirxandin kir û got:” tiştekî bi vî rengî li ser rûyê Erdê nayê pêkanîn”.

Share This Article