Yekîtiya Parêzeran ya bajarê Reqayê kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist. di kongreyê de banga çareserkirina aloziya Sûriyê hat kirin.
Kongre di bin dirûşma ” Hiqûqnasî peywira dawîn a bidestxistina edaleta civakî ye” hat li dar xistin.
Bi dehan endamên Yekîtiya Parêzeran ya bakur û rojhilatê Sûriyê, nûnerên rêveberiya Xweser , Encumena Giştî, Encumena zagonsaz û partiya Sûriya pêşerojê beşdar bûn.
Di kongreyê de girîngiya karê parêzeriyê û rola wê di pêşxistina civakê de hate nîqaşkirin.
Her wiha di kongreyê de banga çareserkirina aloziya Sûriyê hate kirin.
YEKÎTIYA PARÊZERAN LI REQAYÊ KONGREYA XWE YA 4’EMÎN LI DAR XIST
