Têkildarî rewşa li berava sûriyê û êrîşên li dijî elewiyan Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed El-Xerzanî ji RojavaTV axivî û diyar ku heşmendiya tundirew wê pirsgirêkan zêdetir bike.
Mihemed El-Xerzanî got, tecrûbeya Rêveberiya Xweser modela herî guncav ya sûriyeya pêşerojê ye.
Piştî hilweşandina rejîma Baas û avakirina hikumeta sûriyê ya demkî; gelê Sûriyê bi hemû neteweyên xwe çavên wan li avakirina Sûriyeke Demokrak û pirreng e.
Lê dema mirov li rewşa heyî ya berava Sûriyê ku piraniya neştecihên wê ji mezheba Elewî ne temaşe dike, tablu tê guhertin.
li berava Sûriyê şereke navxweyî di navbera elewî û Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ de derketiye pêş.
Têkildarî rewşa li berava sûriyê û êrîşên li dijî elewiyan Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed El-Xerzanî ji RojavaTV axivî û diyar ku heşmendiya tundirew wê pirsgirêkan zêdetir bike.
El-Xerzanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser û wekî modela herî guncav ya sûriyeya pêşerojê bi nav kir.
Şîrovekar û lêkorînerên herêmê dibêjin ku, ji bo avakirina sûriyeke aştiyane dûrî zilmê divê her kes bi reng û baweriya xwe jiyan bike.
