Yekîtiya ragihandina azad bi merasîmekê rojnamevanên ku di encama êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne, bi bîr anî.
Merasîma bîranînê li goristana şehîd Delîl Saroxan ya li Qamişlo hate lidarxistin û tê de şehîdên ku di oxira ragihandina dengê rastiyê şehîd bûne, bi bîr anî.
Di merasîmê de hejmarek rojnamevan, hevrêyên şehîdan û meclisa malbatên şehîdan beşdar bûn.
Her di merasîmê de, axaftin li ser navê meclisa malbatên şehîdan hatin kirin û hate gotin ku, yekîtiya ragihandina azad ji bo dengê heqîqetê derxe pêş û sûcên dagirkeriya tirk bighîne tevahiya cîhanê, dixebite.
Di merasîmê de daxuyaniyek jî hate xwendin û bi danîna gulan li ser gorên şehîdan bi dawî bû.
