Şêniyên kantona Minbicê bi xwepêşandaneke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Xwepêşandêran gotin, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê li ber xwe bidin.
Şêniyên kantona Minbicê bi xwepêşandaneke girseyî tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Xwepêşandana girseyî ji çerxerêya Sîvanê dest pê kir û li çerxerêya El- Meseb veguherî mitîngê.
Xwepêşandêran bê navber dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe, Em bi te re ne ey serok berz kirin.
Di xwepêşandanê de axaftin hatin kirin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.
Xwepêşandêran diyar kirin ku, çiqas dewleta Tirk tecrîdê û êrîşan giran bike, dê nikaribe vîna wan bişkîne.
Xwepêşandana girseyî ya li kantona Minbicê bi silavkirina Berxwedana Îmraliyê û berzkirina siloganên em ê bi berxwedan û têkoşînê tecrîdê bişkînin, bi dawî bû.
