XELKÊN TIL HEMÎS BI KONSÊRTEKÊ PIŞTGIRÎ DAN QSD’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê li Til Hemîsê, ji bo berxwedan û fedakariyên QSD’ê, bi piştgiriya hunermend û sedan şêniyan, konserek li dar xist.

Di konsêertê de li ser navê QSD’ê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Hemîskê, Aras Mihemed got, “QSD’ê temsîla projeyek neteweyî ya berfireh dike û hewl dide Sûriyeyek demokratîk ava bike.”

Piştî axaftinê, hunermend Teleb El Nazir, Hocîn Hêres, Amir El Elî, Mueyed Şiwêş , staran pêşkêş kirin. Li kêlek wê jî govend ji hêla koma Ribûi El Cezîere  hatin gerandin.

Konser bi gerandina dîlanan ji hêla girse û hunermendan ve, ji bo derbirîna hest û helwestên xwe yên hevgirtina bi QSDˊê re bi dawî bû.

Share This Article