Ofîsa jin a Yekîtiya Şaredariyan a bajarê kobanê îro bi civînekê kar û xebatên 6 mehên borî nîqaş kir.
Civîn li navenda Çand û Hûner a Baqî Xido dest pê kir û tê de Ofîsa Jin a Yekîtiya Şaredariyên kantona Firatê, karmendên şaredariyê, Kongra Star, Şêwirmenda Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Berdevka Yekîtiya Şerdariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Di civînê de rewşa siyasî hate nîqaşkirin û rapora Ofîsa jin a Yekîtiyê bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin.
Di dawiya civînê de, pêşinyarên beşdaran hatin guhdarkirin û pilansaziya kar ya 6 mehên bê hate derxistin.
OFÎSA JIN A YEKÎTIYA ŞAREDARIYAN A KOBANÊ CIVÎNA NÎVSALANE LI DAR XIST
