XELKÊ HELEBÊ ŞEHÎDÊN BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ BI BÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvegra 42’enîn a berxwedana zindanan xelkê helebê nûn li ser gorên şehîdan vêxistin û lehengên berxwedana 14’ê Tîrmehê bibîranîn.

ji bo berxwedana şehîdên 14’ê Tîrmehê merasîma bîranînê ji aliyê tevgerên ciwanên PYD ê li Helebê hat lidarxistin.

di merasîma bîranînê de sinevîzyon li ser têkoşîn û berxwedana pakrewanên 14’ê Tîrmehê hate pêşandin.

paşê ciwanan dilsoziya xwe bi şehîdên xwe re nû kirin û tekez kirin ku ewê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin.

di dawiyê ciwan û malbatên şehîdan ,mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û dirûşma ”şehîd namirin” berz kirin.

Share This Article