Li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, 691 parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyamek ji wezareta Edaletê ya Tirkiyê re şandin û daxwaza hevdîtinê kirin.
Peyam li pêşiya Encumena Edaleta Civakî ya bajarê Qamişlo hat xwendin û parêzeran gotin ku ew di derbarê rewşa girtiyên li Îmraliyê de, bi fikar in.
Parêzeran gotin ku dewleta Tirk bi awayekî ne zagonî mafê hevdîtina malbatê bi girtiyan re dibire û tekez kirin ku ve yek li dijî zagonên navneteweyî ne.
Her wiha di peyamê de hate gotin ku divê rêxistinên mirovî bertekên cidî nîşan bidin û piştgirî ji bo parêzerên ku ji bo azadiya girtiyan dixebitin, hate kirin.
