Desteya Tenduristiyê li kantona Reqayê kar dike ku kilînîkên bijîşkî yên berfireh bi Nexweşxaneya Niştimanî re bike yek û bixe xizmeta welatiyan.
Li gorî Desteya Tenduristiyê, proseya yekkirinê wek bersivekê ye li hember pirbûna xizmetguzariyên pizîşkî, hevdemî zêdebûna hejmara malbatên ku li bajêr dimînin û aware bûne, ku pêwîstî bi dabînkirina xizmetguzariyên sereke di nexweşxaneyê de heye.
Li gorî vê yekê, Desteyê qatên sêyem û çarem ên avahiya nexweşxanê ya nû damezrand, û bi vî rengî klînîkên berfireh tê de bi cih kirin.
Her weha koordînatorê Nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqayê teqez kir ku tişta ku li ser malperên medyaya civakî derbarê valakirina Nexweşxaneya Niştimanî de tê belavkirin, ne rast in û ekîpa tenduristî di karê xwe de berdewam in.
