Odeya Bazirganiyê ya Rêxistinên Civaka Sivîl li bajarê Reqayê duyemîn konferansa xwe lidarxist.
Îro Bi diruşma ” avakirina bazirganiyeke saxlem Ji bo geşepêdana aboriya civakê ” Odeya Bazirganiyê ya Reqayê ji bo hilbijartina hevserokên nû duyemîn konferansa xwe li hola Mişwar lidarxist.
Hejmarek ji bazirganên Reqayê, dezgeh û encumenên sivîl beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin rewşa siyasî û geşedanên li herêmê hate nirxandin.
Her wiha rêziknameya hundirîn hate xwendin û erêkirin.
Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl Ibrahîm El-Casim diyar kir ku ji bo çareserkirina pirisgirêkên bazirganiyê û buhayên li bazaran ew di nava hewldanan de ne.
