Xelkên Kobanî cenazeyên 9 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê yên ku di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Minbicê de şehîd bûn oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya Endamên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, malbatên şehîdan û xelkên bajarê Kobanê hate lidarxistin .
Di merasîmê de axavtin hate kirin û axêveran gotin bi saya şehîdan ew ê bajarên xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.
Her wiha soza şopandina xeta Şehîdan û parastina destkeftiyên wan dan .
Piştire wesîqeyên her 9 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin
Di dawiyê de girseya gel cenazeyê her 9 Şehîd bi tilêliyan û bi dirûşmeyên şehîd namirin spartin axê .
