Cîgirê Hevserokatiya Encumena Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed destnîşan kir ku cenazeyên 9 qurbaniyên xeniqîna li bajarê wehran ê Cezayîrê di demeke nêz de dê bigihêjin Minbicê.
Rêveberiya Xweser erkê veguhestina termên van qurbaniyan girt ser xwe, ji ber ku piraniya wan ji bajarê Kobanî hatibûn, û da zanîn ku demek dirêj derbas bû ji ber ku koçber bi rêyên neyasayî gihîştine Cezayîrê.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed duh ragihandibû, îro Çarşemê dê termên 10 welatiyên Sûriyê bigihêjin Sûriyê ku 9 ji wan ji bajarê Kobanê û yek jî ji Laziqiyê ne.
Koçberên ku di peravên Cezayîrê de xeniqîne 12 ne, lê balafir rê dide tenê 10 cenaze bên veguhestin, her du termên din jî dê piştre bên şandin.
Di vê derbarê de Cîgirê Hevserokatiya Encumena Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed teqez kir ku cenaze gihiştine Sûriyeyê û dê ji bo bajarê Minbicê û piştre li kobanê bên veguhestin û radestî malbatên wan bê kirin.
