Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Yekîtiya Mamosteyan yên kantona Cizîrê ji mamosteyên pêkhateya Ereb re, civîna salane li dar xistin.
Bi sedan mamoste û karmendên desteya Perwerde û Fêrkirinê li hola zanîngeha Rojava ya Qamişloyê tevlî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin ji aliyê desteya Perwerde û Fêrkirinê û Yekîtiya Mamosteyan ya kantona cizîrê ve hate kirin.
Axêveran behsa kar û xebatên desteyê di sala 2024 – 2025’an de kirin. Her wiha pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya qada xwendinê derketin, hatin nîqaşkirin.
Civîn bi nirxandina pêvajoya heyî û vekirina deriyê nîqaşan, bi dawî bû.
MAMOSTEYÊN EREB ÊN KANTONA CIZÎRÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XISTIN
