Li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan şehîdên ragihandina Azad, Mihemed Reşo, Saad Ehmed, Welat û Dilovan Gever di salvegera şehadeta xwe ya 6ˊemîn de hatin bibîranîn.
Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û hevrêyên şehîdan amade bûn.
Li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) şêwirmend Bunyad Cizîrê axivî û got: “Şehîdan xwestin bi kamereya xwe rastiya êrişan û dijmin ragihînin û di vê rêyê de gihîştin asta şehadetê.
Piştre bavê şehîd Mihemed Reşo, Hisên Reşo got: “Em îro 6′ emîn salvegera şehîdên xwe bi bîr tînin û êşa xwe bi we re parve dikin, em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin.”
Dûre jî li ser navê Çira TV Zinar Cefer got: “Mirov çiqas behsa şehîdan bike nikare mafê wan bide. Em wek rêhevalên şehîdan, me soz daye armancên wan pêk bînin.
