NOBEDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ: EM BENDAVA XWE JI DAGIRKERAN RE NAHÊLIN

Rojava Tv
1 Min Read

Berxwedana şêniyên li bendava Tişrînê di roja 20’emîn de dewam dike, çalakvanan tekez kirin ku ew ên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedanê berdewam bikin.

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û sermaya dijwar, şêniyên ku li bendava Tişrênê nobeta parastinê digirin berxwedana xwe dewam dikin.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê yê kantona Firatê roja şemiya borî ji bo tevlî çalakiya nobedariya parastina bendavê bibin ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê.

Tevî sermayê jî nobedar çalakiyên xwe yên li ser bendavê didomînin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bendavê û gundên wê bombebaran û topbaran dikin, şêniyên berxwedêr jî dibêjin ew ên bendava Tişrînê berdin.

Share This Article