RÊVEBERIYA XWESER DI XEBATÊN XIZMETKIRINA WELATIYAN DE BERDEWAM E

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser bi armanca sivikkirina qerebalixa li ser pira beyrûtî ya bajarê hesekê, pirek nû ava dike.

Li aliyekî din Gerînendeya Fenî jî li bajarê Hesekê dest bi qîrkirina otostirada pira beyrûtî heta pira El-Sînaa kiriye.

Di nava dorpêç, gef û êrîşên berdewam de, rêveberiya xweser û dezgehên girêdayî wê, di xebatên xizmetkirina welatiyan de berdewam in.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser destpêka meha mijdarê dest bi avakirina pireke demkî li ser çemê Xabûr li rex pira Beyrûtî ya taxa xiwêran a bajarê Hesekê kir.

Çavdêrê giştî yê projeyê endezyar Keleş Xelîf diyar kir ku aramcna wan ji avakirina pira nû ew ku qerebalixa li ser pira beyrûtî sivik bikin.

li aliyekî din Gerînendeya Fenî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser dest bi qîrkirina otostirada pira beyrûtî heta pira el- Sînaa ya hesekê kir.

Otostirada bi rahenda 1 km û bi firehiya 28 metreyan tê qîrkirin.

hevseroka kompanya û kargehên girêdayî şaredariyên hesekê nisrîn ehmed behsa pêvajoya projeyê kir.

Biryara ku projeyek qîrkirinê ya ku ji pira Beyrûtî heta Mizgefta xiwêran dirêj dibe, li gorî şert û mercên hewayê were cîbicîkirin.

Share This Article