BI SEDAN WELATIYÊN KOBANÊ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN HERIKÎN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan ciwan û welatiyên kantona Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan daketin qadan û gotin ku heta azadkirina Rêber Ocalan ew ê li qadan bin.

Her wiha xwepêşandêran rexne li helwestên CPT girtin û piştarst kirin ku CPT bi erkên xwe yên mirovî ranabe.

Bi sedan ciwan û welatiyên kantona Kobanê ne, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi girseyî diherikin qadan û dirûşmeyên tolhildanê bilind dikin.

Ev xwepêşandan îro, bi pêşengtiya ciwanên şoreşger ji qada jina azad dest pê kir û li dawiya kolana şehîd Sarya Ozgur veguherî mitîngê.

Di xwepêşandanê de girseya gel wêneyên Rêber Ocalan û siloganên ku pesna têkoşîn û xweragiriya Ocalan didin, berzkirin.

Xwepêşandêran rexne li bêhelwestiya rêxistina CPT girt û gotin ku CPT ji bo Rêber Ocalan bi erkên xwe yên mirovî ranabe.

Li gorî xwepêşandêran heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê her dem li qadan bin û xeta berxwedanî û têkoşînê li gorî felsefeya Rêber Ocalan bilind bikin.

Share This Article