Li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina meha Hezîranê re mewsima çinîna berheman dest pê dike.
Li bajarê Kobanê jî ev çend roj in çinîna berheman dest pê kiriye, bi vê yekê jî gelek kes ji vê mewsimê sûd werdigirin û di paleyê de dixebitin.
Kesên ku karê Paleyê dikin dibêjin ku ji bo barê malbata xwe rakin rojan e bi 15 dolarê Emerîkî dixebitin.
