MOHRA ŞEHÎD ARAM IBRAHÎ HÎN JÎ ZINDÎ YE

Rojava Tv
2 Min Read

Aram Ibrahîm yek ji wan fermandarê ku di êrîşa 3’ê Tebaxê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bûye Malbata şehîd Aram ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi şehîdxistina zarokên me vîna me bişkîne.

Malbata şehîd Aram tekez kirin ku ew ê her tim li ser xeta şehîdên xwe bimeşin.

Jiyana Azad, berhema vîna şehîda ne. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi saya ked û tekoşîna şehîdan pêşketiye û roj bi rojê navê xwe li cîhanê belav dike.

Şehîd Aram Ibrahîm ku bi navê Orhan Qamişlo dihat naskirin, yek ji fermandarên ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girt û têde heya nefesa xwe ya dawî tekoşîn kir.

Em wek ekîba Rojava Tv jî ji ber ku me xwest em bêhtir li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Aram nas bikin, em bi malbata wî re civiyan.

Bavê şehîda Aram, Mihemed Ibrahîm diyar kir ku şehîd Aram ji zarokatiya xwe bi saya firkê rêber APO cihê xwe di nava şoreşê de girt.

Dayika şehîd Aram, Şêxa Ferman jî anî ziman ku ji ber xiyanetê, lawê min şehîd ket.

Di 3’ê Tebaxê de ku dikeve salvegera fermana 74’an a Şengalê, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke a biçek erebeyek li gundê heremê şêxo ya Qamişloyê hedef girt. Di encamê de şehîd Aram û 3 hevalên xwe şehîd bûn.

Share This Article