KOMELEYA ROJAVA YA ÇANDA KURDÎ GUHERTINA DEMOGRAFYA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Çanda Kurdî ji bo nîqaşkirina guhertina demografya herêmên dagirkirî û helandina çandan, komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di komxebatê de tekezî li ser parastina mîrateyên çandî û mayîndekirina wan hate kirin.

Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Çanda Kurdî li bajarê Qamişloyê têkildarî guhartina demografî û helandina çandî li herêmên Sûriyeyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de, hejmarek akademisyen, rewşenbîr û kesayetên ji herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên dagirkirî beşdar bûn.

Komxebat li ser du mijaran hate dabeşkirin û tê de nasnameya niştimanî, helandina çandan, talankirina şûnwarên dîrokî û çawaniya parastina wan hate nîqaşkirin.

Di komxebatê de tekezî li ser parastina mîrateyên çandî û mayîndekirina wan hate kirin.

Di dawiya komxebatê de beşdaran jî nêrînên xwe bi parve kirin û gotin, ji ber ku Tirkiyê tawanên şer pêk tîne, lewre divê ku di dadgehên navdewletî de were cezakirin.

Share This Article