Di bin dirûşmeya “Rola jinan di siyaset û çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê de” Îro Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komxebatek li dar xist.
Komxebat bi tevlîbûna 150 jinên ji nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Di komxebatê de mijarên weke; sedem û rewşa lidarxistina şoreşê, destkeftiyên jinan di Şoreşa Rojava de û rola jinan ya di siyaseta demokratîk de hatin nîqaşkirin.
Beşên komxebatê ji aliyên hevseroka Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê Viviyan Biho, hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm û hevseroka nivîsgeha têkiliyên PYD’ê Sema Begdaş ve, hatin pêşkêşkirin.
Komxebat bi nîqaşên li ser rizgariya jinan ji hişmendiya baviksalarî ku civakê ber bi tunekirinê ve dibe û girîngiya nivîsandina destûra Sûriyeyê bi pênûsa jinan bi dawî bû.
