8’EMÎN PÊŞANGEHA ŞEHÎD HEREKOL A PIRTÛKAN LI BAJARÊ QAMIŞLO DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di bin dirûşmeya “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” îro li bajarê Qamişlo dest pê kir.
Di pêşangehê de zêdetirî 143 hezar pirtûk tên pêşandan.

8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di bin dirûşmeya “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” îro li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Pêşangeh bi kordîneya di navbera Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya kantona Cizîrê de bi rê ve diçe.

Di pêşangehê de zêdetirî 143 hezar pirtûk tên pêşandan. Pirtûk bi zimanên kurdî (kurmancî, soranî), erebî, tirkî, îngilîzî, rûsî, fransî, suryanî, ermenî û almanî ne.

Hevseroka Desteya Çandê a Kantona Cezîrê Firyal Çolî got, tevî rewşa zehmet ya ku herêm têre derbas dibe lê dîsa karîbûn 8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol li dar bixin.

Her wiha Rêvebera Weşanxaneya Şilêr Fîdan Mihemed diyar kir ku, di pêşangehê de gelek cûreyên pirtûkan hene.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol Cara yekemîn 20`ê Tîrmeha 2017`an ji bo bîranîna têkoşer û nivîskar Hisên Çawîş hate lidarxistin.

Ji wê demê ta roja îro, her sal ev Pêşangeh tê lidarxistin.

Share This Article