BEŞÊ TEQÎGEHÊ LI ZANÎNGEHA KOBANÊ HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li zanîngeha Kobanê ya kantona Firatê beşê Teqîgehê hat vekirin.

Zanîngeha kobanê ji bo alîkariya xelkên kobanê her wiha ji bona xwendekarên ku beşê Teqîgehê dixwînin, ev teqîgeh vekir.

Di merasîma vekirina teqîgehê de, bi dehan mamoste, xwendekar û desteya tendirustiyê yên Kobanê beşdar bûn.

Di vekirinê de axaftin hatin kirin, vekirina teqîgehê hat pîroz kirin û hat diyar kirin ku êdî Xwendekarên vî beşî ji bo dewamkirina karê xwe yê pratîk û lêkolînan, dikarin tê de kar û xebatê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku niha di beşa teqîgehan de 4 kes tê de dixebtin.

Share This Article