9’emîn mîhrîcana Wêje û Hunera Jin di roja xwe ya duyemîn de bi girseyeke balkêş û xelatkirina jinan bi dawî bû.
9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin bi dirûşma “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” li Navenda Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo li ser 2 rojan bi rê ve çû.
Roja duyemîn a mîhrîcanê bi beşdarbûneke girseyî dest pê kir.
Di roja duyemîn de de stran û çîrok hatin pêşkêşkirin, her wiha govend hatin gerandin .
Piştre sînevîsyoneke danasîna Komîteya Nirxaninê ya pêşbirka wêjeyî hat pêşandan.
Di dawiyê de komîteya amadekar spasname diyarî beşdarvanên beşan di mîhrîcanê de her wiha ekîba Rojava TV kir.
