KONGRA STAR BI DAXUYANIYEKÊ TAYÎNKIRINA EBÛ HATIM ŞEQRA ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Kongira Star bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tayînkirina kujerê jinên têkoşer Ebû Hatim Şeqra ji bo fermandariya firqeya 86’an di sûriya nû de red dikin.

kongira Star di daxuyaniya xwe de tekez kir ku tayînkirina Ebû Hatim Şeqre li dijî hemû pêkhateyên sûriyê gaveke dijminahiyê ye.

kongira Star di dewama daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku çeteyê bi navê Ebû Hatim Şeqre derheqê gelê Sûriyê de sûc kirin e, li şûna ku di dadgehan de were cezakirin, dibe fermandar.

di dawiyê de kongira Star tayînkirina Ebû Hatim Şeqra ji bo fermandariya firqeya 86’an di sûriya nû de red kir û banga hesabpirsînê kir.

Share This Article