MECLISA OL Û BAWERIYAN NÊRÎNA XWE DI DESTÛRA NÛ YA SÛRIYÊ DE NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nêrîna xwe der barê destûra Sûriyê ya nû de bide, panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.

kesayetên siyasiyasetmeder, akademîsyen, rêxistinên civaka sivlî û beşdarî panelê bûn û li ser girîngiya nivîsandina destûreke nû ku pirengiya Sûriyê nîşan bide û parastina gelên xwecih ji xetereyên tunekirin û koçberiyê nîqaş kirin.

Di panelê de beşdaran diyar kirin ku meclis bi însiyatîfa xwe, rêgezên bingehîn ên destûreke demokratîk ve gav davêje û rê li pêşiya avakirina Sûriya pirreng li ser bingeha rûmeta nîştimanî û jiyana hevbeş, vedike.

Meclisa Ol û Baweriyan piştî bidawîbûna panelê peyamek da û destnîşan kir ku pêwîst e destûra nû mafê hemû beşên civakê biparêze, erk û mafên her kesî dabîn bike.

Dûre meclisê peyama xwe bi inglîzî û erebî di hevdîtineke taybet de li gel nûnerên Netewên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê, radestî wan kir.

Share This Article