Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo nîqaşkirina armanc û sedemên komploya 15’ê sibatê, li bajarê Qamişlo civîneke berfireh li dar xist.
Mamsoteyên Qamişlo gotin, armanca komployê qirkirina gelê Kurd e û tekez kirin ku ew ê asta têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cirîzê ji bo nîqaşkirina armancên kompoya 15’ê sibatê ya li dijî Rêber APO, civînek li Qamişlo li dar xist.
Bi dehan mamosteyên desteyê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de behsa çawaniya destpêkirina komploya 15’ê sibatê û bêdengiya hêzên navdewletî hate kirin.
Her wiha mijara girankirina tecrîda li dijî Rêber APO û berxwedana Rêbertî ya li hember hêzên komploger jî hat nîqaşkirin.
Piştî axaftina komîsyonê, deriyê nîqaşê li pêşiya mamoste û beşdarên civînê hate vekirin û wan nêrînên xwe bi parve kirin. Civîn bi dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe bi dawî bû.
