Şêniyên kantona Kobanê li dijî îxaneta PDK`ê û dagirkeriyê bi dirûşma “Li dijî dagirker û îxanetê werin cenga azadiyê” xwepêşandanek li dar xistin û kon vegirtin.
Xwepêşandên ji Qada Jina Azad ber bi Qada Şehîd Egîd ve ketin rû ku Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê “konê şermezarkirinê” li wir vegirtiye.
Xwepêşandêran Hevkariya PDK ê bi Dewleta Tirk a Dagirker re şermezar kirin û gotin: PDK careke din kîna xwe ya li hember gelê Kurd eşkere dike û li çiyayên Kurdistanê îxanetê li gerîla dike..
