Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim têkildarî merasîma çekşewtandinê ya gerîlayên azadiyê ji Rojava TV re nirxandin kir û anî ziman ku Tevgera azadiyê bi merasîma çekşewtandinê amadebûna xwe ya ji bo aştiyê nîşan da.
Her wiha got, ji bo tevlîkirina gerîlayên azadiyê nava civakê divê zagon û destûra Tirkiyê werin guhertin.
