BERTEKÊN LI HEMBER SÛCÊN ÇETEYAN LI EFRÎNÊ ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

Her ku diçe bertek û nerazîbûn li hember sûc û hovîtiya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên efrînî ên ji gundê kaxirê zêdetir dibin.
derbarê de siyasetmedarên herêmê û koçberên efrînê helwest nîşandan û gotin, ev ne carê yekê ku efrînî rastî van cûcan tên ,divê helwesteke cidî li hember van kirinan were nîşandan.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, Çeteyên dewleta Tirk sûcên dermirovî li dijî gelê Efrînê pêk tîne.

Herî dawî jî çeteyan li dijî xelkê gundê kaxirê yê mabeta a Efrîna dagirkirî di 15’ê Îlonê de ,sûcên revandin û lêdana li dijî jinan û ferzkirina baceyan ji bo mewsima zeytûnan pêk anîn.

Di encamê de gelek kes di nav de Jin birîndar bûn û gund ji aliyê çeteyan ve hate dorpêç kirin.

li hember kiryarên çeteyên dagirkeriya tirk ya li dijî jinên gundê kaxirê helwestên bi tund derketin pêş.

Di vê çarçoveyê de,sîyasetmedar Feyroz Xelîd diyar kir ku divê dewletên navnetewî li hember sûcên li dijî jinên efrînî bii helwest bin.

Koçbera Efrînî ya li Reqayê Cemîla Hisên jî got; ev ne cara yekê ye ku efrînî rastî van cûcan tên ,divê helwesteke cedî li hember van kirinan were nîşandan.

Li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê li hember sûcên li dijî jinên Efrînî ên ji gundê kaxirê bertek derketin pêş û bang li neteweyên yekbûyî hat kirin ku li hember van sûcan bêdeng nemînin .

Share This Article