MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN YA AMÛDÊ RÛXANDINA ŞEHÎDGEHAN ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
2 Min Read

piştî dagirkirina çeteyên dewleta Tirk ji bajarê Minbic û Şehbayê re û bi armanca tinekirin û veşartina hemû fedekariya gelê Efrînê û Şehbayê çeteyên dagirkeriya li Minbic û Şehbayê gorên Şehîdan dirûxînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê êrîşa dewleta Tirk a dagirker û ‎çeteyên wê ya li ser Goristana Şehîdan şermezar ‎kir.

Meclisê destnîşan kir ku ev kiryar ne mirovî ne û li dijî zagonên navdewletî ne.

bi armanca tinekirin û veşartina hemû fedekariya gelê Efrînê û Şehbayê ji bo ‎parastina rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên dagirkeriya Tirk li Minbic û Şehbayê gorên Şehîdan dirûxînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê sûcê êrîşa dewleta Tirk a dagirker û ‎çeteyên wê ya li ser Goristana Şehîdan a Şehbayê û rûxandina wê bi temamî şermezar ‎kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Ehmed êrîşa dewleta ‎Tirkiye ya dagirker û çeteyên wê li ser gorên şehîdan bi tundî şermezar kir û destnîşan ‎kir ku ev kiryar

Ji aliyê xwe ve Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Xalya Hac Qasim ‎destdnîşan kir ev hovîtî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker pîvan û hewldanên pêkanîna ‎aştiyê li Sûriryê têk dibin.

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekem e ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên ve gorên ‎şehîdan têne rûxandin, piştî dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî li wan bajaran ‎goristanên şehîdan bi temamî hatin ruxandin û li ser gorên şehîdan sazî û navendên ‎çeteyan hatin avakirin.‎

Share This Article