Bi boneya salvegera 6ʹemîn a damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyek hat lidarxistin.
Şahî li avahiya Rêveberiya Xweser a li kantona Reqayê hat lidarxistin.
Di şahiyê de endamên deste, nivîsgeh û meclisan ên Rêveberiya Xweser, fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûspiyên eşîran, Kombûna Jınan a Zenûbiya, partiyên siyasî, fermandarên QSDʹê, nûnerên (MSD) û Meclisa Kesk a Idlibê beşdar bûn.
Her di şahiyê de axaftin li ser ser navê Meclisa cîbcîkar a Rêveberiya Xweser, MSDʹê û rêxistinên jinan hat kirin.
Di axaftinan de hat gotin ku, bi saya fedekariya bi hezaran şehîdan salvegera 6ʹan a Rêveberiya Xweser hat pîrozkirin .
Her wiha hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyê dikare bibe modelek giştî.
