BI SEDAN XELKÊN BAJARÊ QAMIŞLO BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO QÎR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xistin.

Şêniyan ji Rojava TV re tekez kirin ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe deriyên Îmraliyê bişkînin û Rêber APO fîzîkî azad bikin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, bi sedan xelkên bajarê Qamişlo herikîn kolanan û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Di meşê rêvebr, endamên ji sazî û dezgehên rêveberiya xweser û welatiyên ji Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê li Qamişlo beşdar bûn.

Meş ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û heta çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo dewam dike.

Beşdarên meşê ji Rojava TV re gotin, felsefeya azadiyê ya Rêber ABDULLAH Ocalan bûye tirsê dilê neyaran.

Her wiha beşdaran tekez kirin ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe deriyên Îmraliyê bişkînin û Rêber APO fîzîkî azad bikin.

Meşa girseyî ku li bajarê Qamişlo hat li darxistin bi peyamên bilindkirina asta berxwedanê û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” Berxwedan Jiyane” bi dawî bû.

Share This Article