Tevgera Ciwanên Ermen a Demokratîk îro bi daxuyaniyekê salvegera 110’an a komkujiya Ermeniyan ku di sala 1915’an de ji aliyê osmaniyan ve pêk hat, bi bîr anî.
Tevgera Ciwanên Ermen a Demokratîk di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku, doza gelê Ermen zindî ye, maf û axa wan nayê jibîrkirin, her çiqas dewleta Osmanî xwestibe Ermenan tune bike jî lê ev pilan vala derketiye.
Her di daxuyaniyê de hat gotin, Ew vê komkujiyê bi bîr tînin ne ji bo xemgîn bibin, lê belê ji bo ku cîhan bizane ku ev birîn zindiye û jibîr naçe.
Tevgera Ciwanên Ermen a Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî, dewletên yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku li hember komkujiya li dijî ermenan bê deng nemînin û ji bo bidestxistina mafên wan bi rola xwe rabin.
