Desteya Maf û Dada Civakî îro bi armanca beşdarbûna jinan di nivîsandina destûra nû ya sûriyeya nû de forumeke şêwirmendiyê dar xist.
Forum bi beşdariya bi dehan aktîvîstên mafên mirovan, siyasetmedar û nûnerên jinan ên di Kongra Star de li bajarê hesekê li dar ket.
Forum bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre rewşa siyasî ya herêmê û geşedanên li Sûriyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Paşê beşdaran ji bo pêkanîna daxwazên xwe komên nîqaşê ava kirin.
Piştî bidawîbûna nîqaşan beşdaran daxwazên xwe pêşkêşkirin.
Ji daxwazên jinên beşdar, pêşxistina aboriya jin di Sûriyê de, tevlîbûna jinan ji %50 di destûra nû ya sûriyê de, beşdarbûna jinan di biryara siyasî ya sûriyê de û têkoşîna li hember tundiya li ser jinan.
