MECLÎSA JIN A MALBATÊN ŞEHÎDAN BANGA BIDAWÎKIRINA KOMPLOYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa jin a Meclisa malbatên şehîdan a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocallan ‎şermezar kir û banga bidawîkirina komployê kir.‎
Meclîsê di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got, komploya li dijî Rêbe APO li dijî gelên azadîxwaz û yên ku demokrasiyê dixwazin.
Meclisê banga şikandina pergala êşkence û qirkirinê ya li îmraliyê kir û diyar kir ku pergala ‎êşkenceyê ya li îmraliyê pêk tê tevahî zagonan bin pê dike û divê di zûtirîn dem de were şkandin.‎
Meclîsa jinan a Meclîsa malbatên Şehîdan a Reqayê di dawiyê de anî ziman ku, ji bo valaderxistina komployê û pêkannîa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê gel çalakiya li dar bixin û bêdeng nemînin.

Share This Article