BI HEZARAN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA DÊRIKÊ SIPARTIN AXÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê 11 şehîdên komkujiya Dêrikê îro li Goristana Şehîd Xebat Dêrik ya li herêma Dêrîkê sipartin axê.

Girseya gel û nunerên rêveberiya xweser darbestên şehîdan ji Nexweşxaneya gel ya Dêrikê birin gorsitanê.

Di merasîmê li ser navê Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û encûmena cîbicîkar axaftin kirin.

Di axaftinan de êrîşên dewleta tirk hatin şermezar kirin û soza tolhidana xwîna şehîdan hate dayîn.

Navên şehîdên wiha ne; nûçegihanê ajansa hawarê Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayîz Ebdullah, Nûrî Çiftcî, Hisên Xilto û Mazin Osê.

Tê zanîn ku Ev 11 şehîd di Encama êrîşên balefirên dewleta tirk yên 19 Mijdarê li ser herêma Dêrîkê de şehîd bûbûn.

Share This Article